Yekitiya Ewropayê pesnê Serok Barzanî da
Serokê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Herêma Kurdistanê Rado Botum, pesnê rola Serok Mesûd Barzanî ya di parastina mafên komên cuda yên etnîkî û olî û di xurtkirina çanda hevjiyanê de da.
RûpelNews - Serokê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) li Herêma Kurdistanê Rado Botum, ji ber rola wî ya di parastina mafên hemû civakan û xurtkirina çanda hevjiyan û tehemulê di navbera komên cuda yên etnîkî û olî de li Kurdistan û Iraqê, pesnê Serok Mesûd Barzanî da.
Li gorî daxuyaniyeke ku ji Ofîsa Serok Barzanî hat weşandin, Barzanî pêşwaziya Serokê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê (YE) li Herêma Kurdistanê Rado Botum kir, ku ji ber dawîhatina dema karê wî serdana xatirxwestinê dikir.
Di hevdîtinê de, Botum ji ber rûmeta bilind a ku ji aliyê Papa yê Vatîkanê ve lê hatibû bexşandin, pîrozbahî li Serok Barzanî kir. Botum bal kişand ser rola dîrokî ya Barzanî di parastina mafên komên cuda yên etnîkî û olî û di geşkirina çanda hevjiyanê de.
Peyameke hevjiyanê ji Barzanî
Barzanî jî, di encamê de, spasiya Papa kir û serbilindiya xwe bi mîrateya çandeke kûr a hevjiyan û tehemulê ya di navbera ol û komên cuda yên etnîkî de anî ziman.
Barzanî, tekezî li ser pêwîstiya parastin û pêşxistina vê çandê kir û spasiya Rado Botum kir ji bo hewildanên wî di dema karê wî de û di hewildanên wî yên pêşerojê de serkeftin ji wî re xwest.
Di hevdîtinê de herwiha behsa rîsk û derfetên ku dibe ku Iraq û Herêma Kurdistanê di serdema pêş de rûbirûyê wan bibin û herwiha pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
