Mesrûr Barzanî pesnê karê Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeyê da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeya Herêma Kurdistanê kir û pesnê kar û xizmetên wî da.
Îro 11.03.2025an Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber ku dema erka wî bi dawî hatinye, pêşwaziya Serokê Desteya Parastin û Çêkirina Jîngeya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq kir.
Di hevdîtinê de Serokwezirê Hikûmetê Mesrûr Barzanî rêz û pêzanînên xwe ji bo kar û xizmet û çalakî û hewldan û westandina Ebdulrehman Sidîq nîşan da ku di wextê Serokê Desteya Çêkirin û Parastina Jîngeyê de kar kiriye û ji bo niha û pê ve jî hêviya serkeftin û tenduristiyê ji bo wî xwest.
Ebdulrehman Sidîq jî spasiya alîkarî û piştevaniya Serokwezîrê Hikûmetê kir ku xemxwariya wî ya ji bo parastina jîngeya Kurdistanê berdewam e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin