Mesrûr Barzanî: Êrişkarên Kurdistanê mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigirin

17 adar 2026 17:55

​​​​​​​Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê ragihand ku "komên derveyî yasayê" yên ku bi mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê dikin, mûçeyê xwe ji hikûmeta federal a Iraqê werdigirin.

Mesrûr Barzanî: Êrişkarên Kurdistanê mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigirin

RûpelNews - Ev axaftin di konferanseke rojnamevaniyê de piştî civîna Barzanî bi Odeya Operasyonên Rêveberiya Krîz û Karesatan re li avahiya parêzgeha Hewlêrê hat kirin. Serokwezîr peyameke aramiyê da welatiyan û diyar kir ku Herêma Kurdistanê "di destên ewle de ye."

Mesrûr Barzanî pesnê qurbanîdanên hêzên Pêşmerge, Asayîş û hemû dezgehên ewlehiyê da ku li hemberî êrişên li ser zeviyên petrol, gaz û parzûngehan radiwestin û tekez kir ku hikûmet ji bo çareserkirina krîza elektrîkê ya ku ji ber van xerabiyan çêbûye bi hemû hêza xwe dixebite.

Paradoksa fînansekirinê û banga ji bo destwerdana navdewletî

Di rexneyeke tund de ji bo helwesta Bexdayê, Barzanî got: "Herêm di nav şerekî de ye ku me dest pê nekiriye û em nikarin bidin rawestandin. Lê paradoks ev e ku hinek ji wan komên ku êrişî Herêmê dikin û ewlehiya welatiyên me dikin armanc, mûçeyên xwe ji hikûmeta federal werdigirin."

Barzanî bang li civaka navneteweyî û hikûmeta federal kir ku ji bo sînordarkirina van koman destwerdaneke cidî bikin. Her wiha spasiya Hevpeymaniya Navdewletî û dostên Herêmê Kurdistanê kir ku di parastina asîmanê Herêma Kurdistanê de beşdar bûne.

Dosyaya petrolê: Bexdayê hinartin rawestand

Derbarê krîza petrolê de, Mesrûr Barzanî aşkere kir ku "hikûmeta Iraqê hinartina petrola Herêmê rawestand û berî wê jî bi salan astengî çêkirin." Wî red kir ku Hewlêr li pêşiya hinartinê asteng be.

Barzanî bi reqeman diyar kir: "Berhemanîna Herêmê niha rojane nêzîkî (220 - 250 hezar bermîl) e. Bi petrola Kerkûkê ya ji bo hinartina bi rêya Tirkiyeyê re em digihîjin nîv milyon bermîlî. Ev rêje bi ti awayî cihê hinartina Iraqê ya ji rêyên din (wekî Tengava Hurmuzê) di dema krîzên cîhanî de nagire." Serokwezîr tekez kir ku pêwîstiya zeviyên petrolê bi garantiyên ewlehiyê heye ji ber ku ji ber êrişan berhemanîn kêm bûye.

Siyasîkirina mûçeyan û pergala "Asycuda"

Serokwezîr bi temamî "siyasîkirina" mûçeyên fermanberan red kir û tekez kir ku welatiyên Kurdistanê wekî hemû Iraqiyan mafê wan heye mûçeyên xwe di dema xwe de wergirin.

Derbarê pergala gumrikê ya elektronîk (Asycuda) de, wî diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi fermî pejirandiye lê tenê 9 meh muhlet ji bo amadekariyên teknîkî xwestiye. Wî rexne li Bexdayê girt ku ev muhlet nedaye û rê li ber dayîna dolaran ji bo bazirganên Herêmê girtiye ku derman û kelûpelên bingehîn pê bînin; wî ev yek wekî "dorpeçeke zalimane" wesif kir.

Banga yekrêziya navxweyî

Di asta navxweyî de, Barzanî bang li hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku helwestên xwe yek bikin û diyar kir ku parastina statuya destûrî ne bi "twîtan li ser înternetê" lê bi helwestên cidî û berpirsiyariya neteweyî dibe.

Mesrûr Barzanî di dawiyê de welatî derbarê ewlehiya xwarinê de aram kirin û bi boneyê meha Remezanê û cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir, bi hêviya ku rojên pêş aramî û dawiya hemû krîzan bînin.