Yekemîn Pêsengeha Turîzmê ya Duhokê sibe deriyên xwe vedike

26 îlon 2021 21:02
Yekemîn Pêsengeha Turîzmê ya Duhokê sibe deriyên xwe vedike

PeyamaKurd – Yekemîn Pêşengeha Navdewletî ya Turîzmê li Duhokê, sibe Duşemê 27ê Îlonê deriyên xwe ji serdanan re vedike û heta 29ê mehê berdewam dike.

Di pêşengehê de bi dehan kompaniyên navxwe û derveyî welat beşdariyê dikin ku pêşengeha 3 rojan ji bo serdanan vekiriye.

Di pêşangehê de, sirûşta Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî ya Duhokê tê nîşandan û 130 kompaniyên biyanî û navxwe beşdar dibin.

Herwiha di çarçoveya pêşengeha turîzmê de, xebat û çalakiyên hunerî û berhemên cotkarên Kurdistanê û karên cuda jî têne pêşandan.