Duhok | Pêsengeha turîzmê 27ê Îlonê deriyên xwe vedike

14 îlon 2021 23:39
Duhok | Pêsengeha turîzmê 27ê Îlonê deriyên xwe vedike

PeyamaKurd - Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê 27ê Îlonê pêşangeha tûrîzmê tê vekirin.

Berpirsê tûrîzma parêzgeha Duhokê Xeyrî Elî Oso ragihand, îsal bi helkefta roja cîhanî ya tûrîzmê wê li Duhokê pêşangeha tûrîzmê were vekirin.

Xeyrî Elî Oso da zanîn ku pêşangeh roja 27ê vê mehê deriyên xwe vedike û 3 rojan berdewam dike.

Hat eşkere kirin ku wê gelek kompaniyên tûrîzmê yên Kurdistan, Iraq û Tirkiyê beşdarî pêşangehê bibin.

Parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê salane mazuvaniya bi deh hezaran tûrîstan dike li gorî amarên fermî, tenê meha Tîrmeha 2021ê zêdetirî 60 hezar tûrîstan serdana Duhokê kiriye.