YE bi projeyekê rêya koçber û penaberan li xwe asteng dike

15 gulan 2024 17:26
YE bi projeyekê rêya koçber û penaberan li xwe asteng dike

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî nîqaşên dûvûdrêj ên 10 salan, bi pesendkirina projeyekê koç û penaberiya welatên Ewropayê zehmettir kir.

Projeya ku tê de pergala koçberî û penaxwaziya yekîtiyê ji nû ve hatiye ristin, ji 10 xalan pêk tê û bi vê projeyê, çûna koçberan a  welatên YEyê sînordartir dibe.

Xalên vê projeya ku wek “Hevsoziya Neçarî” hatiye binavkirin ev in:

  • Danîna xalên zêdetir ên pişkinîna bejahî û deryayî ya ji bo rêgirtina çûna koçberan
  • Nirxandina destpêkê ya li ser sînor a ji bo rê bi çûna koçberan bê vekirin an girtin û deportkirin
  • Bilezkirina pêvajoya temaşekirina dosyaya wan penaxwazên ku destûr hatiye dayîn ku biçin welatên YEyê
  • Pişkinîna tendirûstî û ewlehiyê ya ji bo penaxwazan
  • Dana sê bijardeyan a ji bo her hikûmetekê û wergirtina 30 hezar koçberî

Pisporê siyasî Lorne Cook derbarê projeyê de angaşt ku welatên YEyê di yasaya koçberan de reformeke mezin kirin û dawî li nîqaşa çendîn salan anîn.

Cook got: "Krokiya reformê ew e ku ji bo penaxwazan nirxandin bê kirin ka dosyaya wî/ê tê pesendkirin an tê deportkirin.”

Eger ew bijarde bên redkirin, li şûna her penaxwazekî/ê ew welat 20 hezar euro dide YEyê, lê belê eger ev jî nebe, divê xerciya beşek ji pêvajoya wergirtina penaxwazên welatên din bide.

"Polonya koçberan wernagire"

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk jî di derbarê projeyê de axivî û got: “Polonya ji derveyê vê projeyê wê ti koçberan wernegire û ti pareyekî jî nede. Polonyayê ji ber şerê Ûkraynayê hembêza xwe ji sed hezaran koçberî re vekiriye, wan navê projeyê kiriye `hevsoziya neçarî`, ew çi hevsoziyeke ku min neçarî karekî bike ne bi xwestek û vîna min be.”

Wê proje di 2026an de bikeve meriyetê.