Rojava | 200 koçber bi rêya qaçaxçiyan derbasî Tirkiyê bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 48 saetên borî de, 200 welatiyên Sûrî ji herêmên kontrola HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê, bi rêya qaçaxçîyan derbasî nav sînorê Tirkiyê bûn.
Çavkaniyên herêmê dane xuyakirin ku zêdetirî 200 welatiyên Sûrî yên ji gundewarên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, per dane qaçaxçîyan û sînorê hevbeş ê Sûriye-Tirkiye qut kirine û derbasî nav sînorên Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) bûne.
Hatiye diyarkirin ku kesên derbasî sînorên Tirkiyê bûne, ji herêmên kontrola HSD û komên çekdar hatine û dora 3 hezar 500 dolar jî ji bo derbas bibin dane qaçaxçîyan.
Ew kesên derbasî Tirkiyê dibin jî hewl didin dîsa bi rêya qaçaxçîyên mirovan derbasî Ewropayê bibin.
Li gorî SOHRê rojane nêzî 2 hezar kes ji nav Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyê dibin daku biçin welatên Ewropayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin