Xwepêsandanên Siwêdayê mehek li pey xwe hist: Çareserî guhertina rejîmê ye!
PeyamaKurd – Xwepêşandanên li meydana El Kerame ya parêzgeha Siwêda ya Sûriyê mehek e bênavber dewam dikin û hemû aliyên opozîsyona Sûriyê piştevaniyê didin.
Xelkê bajêr careke din ji bo pêkanîna daxwazên xwe yên bingehîn ên wekî avakirina hikumeta demkî, bicihkirina biryara 2254 Neteweyên Yekbûyî (NY), xurtkirina sîstema nenavendîbûnê, azadkirina girtiyan û başkirina rewşa jiyanê xwepêşandan li dar xistin.
Xelkê gundê El Mecdel ê Siwêdayê, bang li gundiyan kir ku li pêşiya avahiya şaredariyê kom bibin û daxwazên xwe berz bikin.
Xwepêşanderan bal kişandin ser destpêkirina krîza Sûriyê ya 2011an û daxwazên xwe yên wê demê dubare kirin û xwestin rejîma Esed bê guhertin û rêveberiyeke nû li Sûriyê were avakirin.
Herwiha bang li civaka navdewletî jî hate kirin ku zorê bidin rejîma Sûriyê daku çareseriyeke di çarçoveya biryara NY de ji bo Sûriyê pêk were.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin