Xwediyên tankerên ava vexwarinê li Hesekê mangirtin ragihandin

08 tîrmeh 2026 15:38

Xwediyên tankerên avê li Hesekê ji ber kêmbûna para wan a mazotê mangirtin ragihandin.

Xwediyên tankerên ava vexwarinê li Hesekê mangirtin ragihandin

RûpelNews - Îro bi dehan xwediyên tankerên avê li Hesekê mangirtin ragihand û karê xwe rawestandin.

Li gorî xwediyên tankeran, mangirtina wan ji ber kêmbûna para wan a mazotê ku 20 lître ne û bilindbûna nirxê benzînê ku ji bo vêxistina miwelîdeyên derxistina avê tê bikaranîn.

Ev yek di demekê de ye ku ava westgeha Elok ev çend sal in ji ser Hesekê hatiye birîn û xelk ava vexwarinê ji tankeran dikire.

Ev çend sal in, xelkê Hesekê ji kirîza ava vexwarinê dinalin, sedema sereke ya kirîzê jî birîna ava westgeha Elok e, li Serê Kaniyê ji 2019an ve û niha hikûmet dibêje ew kar dikin ji bo nûjenkirina westgehê û hêla veguhestina avê û çareserkirina vê kirîzê.