Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê careke din ava vexwarinê li ser Hesekê qut kirin
PeyamaKurd – Li navenda Elok ya Serê Kaniyê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, careke din ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut kirin.
Li gor zanyariyan, komên çekdar careke din rê nedan karmendên wîstgeha Elok derbasî wîstgehê bibin û kar li wê navendê hate rawestandin û ava vexwarinê li ser nêzîkî milyon kesî hat birîn.
Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî dagirkirina Serê Kaniyê di dawiya sala 2019an de, gelek car in kar, li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.
Beriya niha, Hevseroke Desteya Avê li Hesekê Nidal Mehmud diyar kiribû, ew hewl didin projeyên nû yên avê amade bikin, lê kirîza avê mezin e loma karînên mezin pêwîst dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin