Xuska Donald Trump li mala xwe mirî hat dîtin

14 mijdar 2023 18:57
Xuska Donald Trump li mala xwe mirî hat dîtin

PeyamaKurd - Termê xwişka serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, Maryanne Trump Barryê (86) li mala wê hat dîtin.

Hat ragihandin ku termê Maryanne Trump Barryê îro berê sibehê saet 04:00an li mala wê hatiye dîtin.

Dadwera malnişîn Maryanne Trump Barry, xwişka mezin a Donald Trump bû.

Wê hem gelek rexen li Trump digirtin hem jî wî diparast.

Heta niha li ser sedema mirina wê ti agahî nehatine dayîn.

Li aliyê din, Maryanne bi gotinên xwe yên ku ji bo Trump gotibû, “Mirovê herî xeternak ê cîhanê, zordest û bêprensîp” hatibû naskirin.