Dadger Buket Demirel di mala xwe de mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Dadgera daîra cezayê giran ya 9 em ya Ankarayê Buket Demirel li Ankara li navçeya Yenişehirê li taxa Batıkentê, di mala xwe de bi awayekî mirî hat dîtin. Demirel bi doza Reyhanlıyê ku xwe ranegirtibû û girayabû ketibû rojeva Tirkiyê.
Bo sedema mirina wê tesbît bibe, cenaze wê birin Tib a Edlî ya Ankarayê.
Li gor ragihandina çapemeniyê Demirel a 54 salî berê krîzeka dilî derbas kiriye û îro ji aliyê mirovên wê de di mala wê de mirî hatiye dîtin.
Di doza Reyhanlı ya bi ser Hatayê de ku doz dozeka êrîşa bombeyî bû 52 kes tê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dosya bi sedema ewlehiyê hatibû şandin bo dadgeha cezayê giran ya 9 em ya Ankara ku Buket Demirel li dadgehê dadger bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin