Xinhua News: Tirkiyê leskerên xwe û komên çekdar xistin tevgerê

25 berfanbar 2018 13:40
Xinhua News: Tirkiyê leskerên xwe û komên çekdar xistin tevgerê

PeyamaKurd – Tirkiyê piştî biryara vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyê, teqwîyeya leşkerî li sînorê Sûriyê kir. Herwiha ji komên çekdar re jî bi dehan barên çekan şand.

Li gor nûçeya Xinhua News a Çînê, karwana leşkerî ya artêşa Tirk ji ser bajarê Kilîsê ve gihîşt herêmê û hêza milîsên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike ber bi deverên nêzî bajaroka Minbicê bi rê ket.

Ajansa Anadolê jî dîmenên sewqîyata şevê belav kir ku tê de bi dehan kamyonên leşkerî ku çekdarên bi sîleh tê de ne xuya dikirin.

Hêjayî gotinê ye, yekşema hefteya borî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê pêwendiyek kiribûn û hatibû ragihandin ku dê vekişîna leşkerên Amerîkî pêk were û kordînasyon di navbera Tirkiye-Amerîkayê de li herêmê bê kirin.

 | Nûçe – Werger PeyamaKurd  |