Xelkê qesebê nexwest xeracê bide û bi çeteyan re li hev xistin: 14 kustî û 7 birîndar

12 berfanbar 2023 03:42
Xelkê qesebê nexwest xeracê bide û bi çeteyan re li hev xistin: 14 kustî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li qeseba Texcapillayê roja îna borî endamên çeteyên an ku kartela bi navê La Familia Michoacana ji xelkê qesebê xeracê xwestin û xelk nexwest xeracê bide wan. Li ser bûyerê xelkê jîngehê û endamên kartelê li hev xistin û di encamê de 14 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Kesên kuştî 10 ji wan endamên çeta xogîxwurin û 4 kuştî xelkê qesebê ne. Piştî bûyerê xelkê qesebê agir bi cesed û alavên kartelê xistin.

Hat ragihandin ku di pevçûnê de ji pêşhatiyên qesebê û hem endamê meclisa bajêr Noe Olivares û serokê La kartela Familia Michoacana yê bi navê “Paylaço” Rigoberto de la Sancha Santillan jî hatin kuştin.

Xelkê jîngehê piştî bûyerê di ser hesabê xwe yê medya civakî de bang li jîngehên din kirin ku ew jî dikarin weke wan bikin û xeracê nedin ti kesî û weha gotin:

“Me çawa li vê derê anî serê malbata La Familia Michoacana, hun jî dikarin li ciyê xwe bikin. Dev ji têkoşînê bernedin. Xelkê qesebeyan! Rawestin û rabin ser lingan.”