PSDK: Dadgeha Federalî ya Iraqê dixwaze bi vî rengî ceza bide xelkê Kurdistanê

17 sibat 2022 17:29
PSDK: Dadgeha Federalî ya Iraqê dixwaze bi vî rengî ceza bide xelkê Kurdistanê

PeyamaKurd Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê di derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê li dijî neft û gaza Kurdistanê de diyar kir, biryar siyasî ye.

Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Dadgeha Federalî ya Iraqê dixwaze bi vî rengî, ceza bide xelkê Kurdistanê. Ev biryar bi temamî siyasî û li dijî xelkê Kurdistanê ye.

Herwiha di daxuyaniya wê partiyê de hatiye eşkerekirin, kîjan biryar û qanûnên hikûmeta Iraqê destûrî ye heta hinartina neft û gaza Kurdistanê jî li dijî Destûrê be! Em di wê baweriyê de ne tevahiya biryarên hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federalî ya Iraqê  siyasî ne û li dijî xelkê Kurdistanê ne.

Herî dawî partiya Kurdistanî bang li hemû xelk û aliyê Kurdistanî dike li dijî  her komployekê amade bin û xwe ji bo her rewşê amade bikin.