Xelkê Kobanê û Girê Spî êrîsên Tirkan protesto kirin
PeyamaKurd - Herçiqasî dewleta Tirkan îdîa bike ku xelkê Kobanê û Girê Spî dixwazin PYDê ji wir derkeve û artêşa Tirkan here wir, welatiyên van herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê êrîşên Tirkan protesto kirin.
Hejmareke mezin ji xelkê Kobanê û Girê Spî bi rêya xwepêşandaneke girseyî, nerazîbûna xwe li hember gef û destêwerdana Tirkiyê nîşan dan û daxwaz kirin ku Hevpeymaniya Navdewletî rê li ber derketina her êrîşekê bigire ku Tirkiyê dixwaze li dijî rojhilatê Featê bimeşîne.
Li Kobanê, Girê Spî û çend deverên din ên Rojavayê Krudistanê, hêzên bejahî yên Amerîkayê dest bi çavdêriya tevgera leşkerî li ser sînorê bi Tirkiyê re kirine, ew hêz bi hevalbendiya YPGê li ser sînor digere.
Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek dijî topbarana ser gundên Kobanê û êrîşa pêşbînîkirî ji aliyê Tirkiyê ve hat kirin. Xwepêşanderan daxwaz ji Amerîkayê kirin ku divê pişta hevpeymanên xwe YPG-HSDê di şerê dijî DAIŞê de bigire û herwiha divê ew piştgîriya Tirkiyê neke.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin