Nesrelleh ji ber êrîsên Îsraîlê ji alîgirên xwe xwest telefonê bikar neyînin

14 sibat 2024 00:27
Nesrelleh ji ber êrîsên Îsraîlê ji alîgirên xwe xwest telefonê bikar neyînin

PeyamaKurd – Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah bi rêya vîdyo konferansê gotarek ji alîgirên xwe re pêşkeş kir.

Nesrelleh hewldanên navbeynkariyê yên ji bo agirbesta Xezzeyê rexne kir û got, hemû ji bo dabînkirina ewlehiya Îsraîlê têne kirin.

Hesen Nesrelleh di beşeke din a axaftina xwe de, windahiyên êrîşên Îsraîlê yên deverên sînorî yên Lubnanê bibîr xist û daxwaz ji alîgirên xwe ke kir telefonan bikar neyînin, ji ber ku wekî amûreke guhdarkirinê Îsraîl jê sûde digre û êrîş dike.