Çiya Kobanê wek Cîgirê Fermandarê Leşkerê 60emîn ê Artêşa Sûriyê hat tayînkirin

22 adar 2026 22:44

Çiya Kobanê yê wek Cîgirê Fermandarê Leşkerê 60emîn ê Artêşa Sûriyê hat tayînkirin.

Çiya Kobanê wek Cîgirê Fermandarê Leşkerê 60emîn ê Artêşa Sûriyê hat tayînkirin

RûpelNews - Çiya Kobanê, endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, wek Cîgirê Fermandarê Leşkerê Sûriyê yê lîwaya 60emîn hat tayînkirin. Hat ragihandin ku ev erkdarkirin di çarçoveya proseya yekkirina leşkerî ye ku di navbera SDG û rêveberiya Şamê de tê meşandin.

Lîwaya 60emîn, ku girêdayî Artêşa Sûriyê ye, li herêmên bakur û rojhilatê Helebê kar û baren eskerî pêk tîne.

Sîpan Hemo jî ku endamê Konseya Fermandariya Giştî ya Hêzên Demokratîk ên Sûriyê ye di 10ê Adarê de wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyê hatibû tayînkirin.