Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê hatin belavkirin

17 îlon 2019 16:15
Xelatên Festîvala Fîlman a  Navdewletî ya Duhokê hatin belavkirin

PeyamaKurd- Encamên 7mîn Festîval Fîlman a Navnetewî ya Duhokê hatin eşkere kirin. Serhat Karaaslan bi xelata derhênerî û senaryoyay herî baş wergirt.

Encamên 7mîn Festîval Fîlman a Navnetewî ya Duhokê bi dawî bû û navên herî baş û fîlmên herî serkeftî hatin eşkere kirin. Di festîvalê de 112 fîlmên cuda cuda ku berhemên 74 welatan hatin pêşandan, 50 fîlm ji wan kurdî ne, herwaha 55 fîlm pêşbirkê li ser wergirtina xelata herî serkeftîbûnê ya festîvalê dikin.

Xelata senaryoya herî baş û derhêneriya herî baş bi fîlmê ‘Gorulmuştur’ (Hatiye Dîtin) Serhat Karaaslan wergirt.

Xelata Baştirîn kurtefîlmê Kurdî bi filme ‘Barê Giran’ Yilmaz Ozdil wergirt.

Xelata Filmê metrajdirêj ê Kurdî bi fîlmê ‘Xalko’ Sami Mermer wergirt.

Xelata Fîlmê Dokumenteriyê Ardin Diren bi fîlmê ‘Her Mal Dibistanek e’ wergirt.

Derveyî mêvanên navxweyî 120 hunermendên ji parçeyên din ên Kurdistanê û biyanî beşdarî di festîvalê de kirine, ew festîvale wek festîvala hunerî ya herî mezin a herêma Kurdistanê tê zanîn. Herwiha derveyî pêşandana fîlman, rojane gelek panel li ser mûzîk, stran û sînemayê jî birêve diçin.

...
...
Bu gönderiyi Instagram'da gör

Silver leaf for the best actor! #DuhokIFF2019

Duhok Int. Film Fest (@duhokiff)'in paylaştığı bir gönderi ()