Serdema serîlêdana Festîvala Fîlman a Duhokê destpê kir

09 hezîran 2021 16:29
Serdema serîlêdana Festîvala Fîlman a Duhokê destpê kir

PeyamaKurd Serdema serîlêdana 8emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navneteweyî destpê kir.

Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navneteweyî, îsal dê 8emîn car bê lidarxistin. Festîvalê dest bi serdema serîlêdanê kir.

Festîvalê li ser malpera xwe diyar kir, serdema serîlêdanê destpê kiriye. Ji 2yê mehê ve ev beş hat vekirin û yên bixwazin heta 1ê gelawêja 2021ê, dikarin berhemên xwe bişînin. Festîval di beşa "Sînemaya Dinyayê" û "Sînemaya Kurdan" de berheman qebûl dike. Di her du beşan de jî yên bixwazin dikarin fîlmên xwe yên metrajdirêj, kurtejîlm û belgefîlmên xwe bişînin.

Ji bo yên bixwazin serî lê bidin: https://submission.duhokiff.com/