Mesrûr Barzanî besdarî merasîma vekirina Festîvala Fîlman a Duhokê dibe

15 mijdar 2021 18:47
Mesrûr Barzanî besdarî merasîma vekirina Festîvala Fîlman a Duhokê dibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro duşemê beşdarî merasîma vekirina 8emîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê dibe.

8emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îro li demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê dest pê dike û Serokwezîr Barzanî jî piştevaniya wê festîvala navdewletî dike ku beriya niha budçeyek jî jê re hatibû terxankirin.

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê îro 15ê Mijdarê dest pê dike û 7 rojan ango heta 22yê Mijarê bi pêşandana fîlman û bernameyên taybet ên derbarê sînemayê û merasîmên xelatdayînê berdewam dike.

Sala 2020an ji ber pandemiya koronayê festîval nehatibû lidarxistin.

8emîn Festîvala Sînemayê ya Navdewletî ya Duhokê bi fîlmê 'Ezmûn' dest pê dike

Bernameya festîvalê...