Festîvala Fîlman a Duhokê îsal nayê lidarxistin: 'Kurdistan û Duhok xemgîn e'

09 îlon 2020 22:40
Festîvala Fîlman a Duhokê îsal nayê lidarxistin: 'Kurdistan û Duhok xemgîn e'

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji be pandemiya koronayê îsal Heştemîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navnetewî nayê lidarxistin.

Desteya rêveberiya festîvala fîlman a Duhokê, îro 9ê îlonê di salvegera wefata sînemakarê navdar ê Kurd Yilmaz Guney de bi nameyekê ragihand, îsal Kurdistan û bi taybet Duhok ji ber koronayê xemgîn e û Heştemîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Navtewî nayê lirdarxistin.

Di nameyê de hat diyarkirin, “Sala par wek îro nûnerên bêhtir ji 70 welatî li Duhok û Kurdistanê mêhvan bûn, fîlmên xwe anîbûn û hatibû welatê hêviyê û welatê rêya Yelmaz Guney. Sala par wek îro Kurdistan bi fîlmên Kurdî û cîhanî û bi mêvanên xwe ji hunermend, derhêner, nivîskar û rewşenbîran xemilî bû. Sala par Kurdistan bi hemû ciwaniya xwe, û li gel hunerhez û hevalên xwe li Duhokê xemilî bû.”

Di beşeke din de jî wiha hatiye gotin:

“Mixabin, îro Duhok û holên sînema li Duhokê bê deng in. Mêhvanên Yilmaz Guney îsal ji serdana welatê wî bêpar mane. Duhok gazî mêhvanên xwe dike û dibêje werin li ber quntera çiyayê Zawa govenda xwe bigerînin, li şikefta Çar Stûnî şerbeta ciwaniya karê xwe vexwin û li Gelî kêfa xwe bikin.

Lê îsal deng ji kesî nayê, holên sînemayê bêdeng û tevger in û Duhok ji qerebalixa hunermend û ciwanîhezan îsal bêpar e.

Lê ticarî dê Duhok ji pêşwaziya mêhvanên xwe bêzar nebe,û di salên bê de dê festîval û çalakiyên hunerî li Duhokê bi şêweyekî firehtir û ciwantir û di bin siya alaya Kurdistanê de werin lidarxistin.”