Xaza Rûsyayê ket talûkê û Îran xaza xwe pêsniyarî Awrûpayê kir
PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Îranê Cewad Ûcî li Qatarê di Forma welatên ku Xazê difroşin derve de axifîbû û gotibû ku xaza Îranê têra welatên cîran û Awrûpayê dike. Ûcî, di televizyona dewletê ya Îranê de got ku niyeta wan heye da hilberîna xazê zêde bikin.
Ûcî, got ku li Qatarê tevlî forma 6 em ya welatên ku xazê îxracê derve dikin bûye û weha got:
“Me bi Venbezuella re peymana lihevkirinê îmze kiriye. Bi sedema dorpêçên Amerîkayê Venezuella ji veberhênan û teknolojiya biyanî bêpar maye û em ê li wê derê rafîneriyên petrol û xazê bi sehayên wan ve bipêş bixin.
Qeweta me heye ku em berhemên petrolê hilberînin, rafîne bikin û transfer bikin. Di van karan de sermaya me ya mirovan heye. Me di formê de got ku em dikarin ji bo welatên cîran û Awrûpayê xazê bidin. Di salên pêşiya me de, para me ya %2 ya ku di dinyayê de em ji bazirganiya xazê distînin, zêde bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin