BOTAS: Teslîmata xaza Îranê %70 kêm bûye
PeyamaKurd – Şîrketa petrolê û ya xazê ya Tirkiyê Botaşê ragihand ku ji serê mehê heya niha xaza Îranê ku ji deriyê gumrika Gurbulak a Agiriyê dikeve hundirê Tirkiyê, bi sedema şebeka nav Îranê ku tê de ariza heye, şandina xazê %70 kêm bûye.
BOTAŞ ê ragihandina xwe di ser malpera xwe ya internetê de kir. Di daxwuyaniyê de Botaşê weha got:
“Di noqteya Agirî-Gurbulakê de xaza Îranê ku dikeve Tirkiyê, ji ber di nav Îranê de di şebekê de ariza heye, wê ji 1 ê meha 2023an û pê de teslimata Îranê %70 kêm bibe. Ji bo di wextekî kurt de arizayê tamîr bikin, çi pêdivî hebe hatiye kirin û mijar tê şopandin.
Ji ber demsal zivistanê û hemwelatî ji kêmasiya xazê bandorê nebînin, çi tedbîrên pêwist hene me dîtiye. Pêdiviya xaza kêm ji depoyên me yên xazê tên temînkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin