Lîtvanya kirîna xaza Rûsyayê da rawestandin

03 nîsan 2022 02:05
Lîtvanya kirîna xaza Rûsyayê da rawestandin

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê yê Lîtvanyayê Dainius Kreivis ragihand ku dewleta Lîtvanyayê bi temamî îtxalata xaza Rûsyayê daye rawestandin û weha got:

“Piştî vê mehê li Lîtvanyayê wê xaza Rûsyayê tinebe. Lîtvanya îro îznê da me ku em têkiliyên xwe yên enerjiyê ji Rûsyayê bibirin. Ev biryar di dîroka Lîtvanya de ji bo serxwebûna enerjiyê biryarekî girînge. Em heman tewrê ji welatên Awrûpa jî dixwazin.”

Ragihandina wezîrê enerjiyê yê Lîtvanyayê piştî ku Vladimir Putin got ew dewletên ku ne dostin, wê bi Rûble perê xazê bidin Rûsyayê, Lîtvanya vê biryarê da.