Mastercard û Visayê karê xwe yê bo Rûsyayê rawestandin
06 adar 2022 14:27
PeyamaKurd – Di çarçoveya dorpêçên bi sedema êrîşên leşkerî yên Rûsyayê bi ser welatê Ûkraynayê de, herî dawî Mastercard û Visa ku sîstema bankevaniya cîhanê li ser wan dixebite, karên xwe yên li Rûsyayê dan sekinandin.
Visayê ragihandiye ku ew dê hemû operasyonên xwe yên li Rûsyayê rawestînin û êdî wê ti karê bi kartên Visa li Rûsyayê neyê kirin. Herwiha li gorî biryarê wê saziyên fînansa Rûsyayê jî nikarin li derveyî welat li ser sîstema Visa kar bikin.
Piştî vê biryara Visayê Mastercardê eşkere kir ku wan operasyonên xwe yên Rûsyayê rawestandiye û êdî kartên Mastercard ên li hûndir û derveyî Rûsyayê wê nexebitin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Karên Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hatin rawestandin
28 gln 2023
Kurdistan
Lîtvanya kirîna xaza Rûsyayê da rawestandin
02 nsn 2022
Jiyan
Rûsyayê pêswazî li biryara Trump a rawestandina alîkariyên Ukraynayê kir
04 adr 2025
Jiyan
Îsraîlê seferên Rûsyayê rawestandin!
27 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin