Îsraîlê seferên Rûsyayê rawestandin!

27 berfanbar 2024 14:57
Îsraîlê seferên Rûsyayê rawestandin!

PeyamaKurd – Piştî ku balafir li Qazaxistanê ket xwarê, şîrketa hewayî ya Îsraîlê El Al, seferên xwe yên ber bi Moskowaya paytexta Rûsyayê betal kirin.

Piştî ku balafira Azerbaycanê li Qazaxistanê ketibû xwarê, şîrketa hewayî ya Îsraîlê El Al hefteya bê seferên xwe yên ji bo Moskovayê betal kir. Li gorî medyaya herêmî El Al ji ber bûyerê biryar da ku seferên xwe yên ji bo Moskowayê betal bike.

Hat diyarkirin ku piştî balafira Azerbaycanê doh li Qazakistanê ketibû xwarê biryara betalkirinê hat dayîn. Piştî bûyerê di derbarê tedbîrên ewlehiyê û rêyên firîna balafiran de nirxandin hatin kirin, hîna derbarê seferên El Al ên Moskowayê dê ji nû ve bên vegerandin an na daxuyanî nehat dayîn.

Çi qewimî?

Balafira tîpa Embraer 190 a aîdî AZALê ku sefera Baku-Grozniyê dikir li nêzî bajarê Aktau yê Qazaxistanê ket xwarê.

AZALê da zanîn ku di balafirê de 5 personel û 62 rêwî jî 67 kes hebûn. Hat ragihandin ku di qezayê de 38 kes mirin û 29 kes jî sax man.

Hat îdiakirin ku balafir ji aliyê pergala parastina hewayî ya Rûsyayê "Pantsir-S" ve hatiye êrîşkirin û rayedarên Azerbaycanê jî ev îdia piştrast kirin.