Xaza Rûsya ya here Awrûpayê % 80 temam bû

30 tebax 2018 21:46
Xaza Rûsya ya here Awrûpayê % 80 temam bû

PeyamaKurd- Xeta ku dê xaza Rûsyayê bibe Tirkiyê û ji Tirkiyê bibe Awrûpayê % 80 yê wê temam bû. Şîrketa ku navenda wê Amsterdame ya bi navê South Stream Transport A.V. ragihand ku serokê şîrketa Gazpromê Aleksey Miller ragihandiye ku heya niha 1500 km lûle hatiye bicîhkirin.

Miller di beyana xwe de gotiye ku ev %80 yê projeyêye û wê di paşiya sala 2019an de temam bibe.