Xalid Sivanî wekî berpirsê dosyeya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê hat destnîsankirin
PeyamaKurd - Gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de berdewam dikin û Xalid Şivanî jî wekî berpirsê dosyeya danûstandinên li gel Bexdayê hat destnîşankirin.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî, Xalid Şivanî bo birêvebirina dosyeya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, destnîşan kir.
Duh di kombûna Encûmena Wezîran de, bi fermana Serowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalid Şivanî, weke berpirsê dosyeya danûstandinan a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat destnîşankirin.
Xalid Şivanî ragihand ku ew dê hewl bide kêşe û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de çareser bike.
Li gel nêzîkbûna gotûbêjên, projeyasaya budceya 2020an a Iraqê, ev çend roj in guftûgoyên germ di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatine û di wê çarçoveyê de, roja Sêşemê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, serdana Hewlêrê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû û îro jî li Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda Parlamentoya Kurdistanê kom bûn û biryar e serdana aliyên siyasî jî bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin