Mem Dogala wekî Berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî hat hilbijartin
Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî, ku bi kongreya xwe ya ewil li bajarê Düsseldorfê yê Almanyayê rêveberiya xwe ya nû diyar kir, Mem Dogala careke din wek berpirsiyar hilbijart.
RûpelNews - Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî, ku di 6ê Tîrmeha 2024an de li bajarê Kölnê ya Almanyayê hatiye avakirin û di demekê kurt de li seranserê Ewropayê bi 35 saziyên perwerdeyê gihiştiye hezaran xwendekarî, pêvajoyeke girîng li pey xwe hişt. Federasyon, ku bi Wezareta Perwedeyê ya Herêma Kurdistanê re bi hemahengi kar dike û xwedî toreke berfireh a cîhanî ye, di 27ê Hezîrana 2026an de li Düsseldorfê yekem kongreya xwe li dar xistibû.
Kongreya bi beşdariya 200 kesan a ji zimanas, akademîsyen, mamoste û siyasetmedaran pêk hat. Di rêveberiya nû de ku nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêya hilbijartinê hatine diyarkirin cih digirin, Mem Dogala jî wekî endamê lijneya rêveberiyê hat hilbijartin.
Piştî pêvajoya kongreyê, di yekem civîna lijneya rêveberiyê de ku di 7ê Tîrmeha 2026an de hat lidarxistin, hilbijartina serokatiyê pêk hat. Di hilbijartina ku di bin çavdêriya Cîgirê Serokê Konfederasyona Diyaspora Kurdistanî Şermîn Bozarslan û Endamê Damezrîner Xelîl Şerîf de pêk hat, 3 namzetan pêşbazî kirin.
Mem Dogala, ku ji 8 dengên hatine bikaranîn 6 deng wergirtin, ji bo 3 salên pêş de careke din wekî berpirsê federasyonê hat hilbijartin.
