Dosyeya herêmên qedexeya firînê li Iraqê hate girtin

18 îlon 2026 17:03

Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand ku dosyeya herêmên qedexeya firînê li esmaniya welêt bi awayekî fermî hatiye girtin. Herêmên ku berê ji bo armancên leşkerî dihatin bikaranîn û firîn lê sînordar bû, ji bo hewavaniya sivîl hatine vekirin.

Dosyeya herêmên qedexeya firînê li Iraqê hate girtin

RûpelNews - Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand ku hin sînordarkirinên firînê, yên ku demeke dirêj bû li esmanê welêt di meriyetê de bûn, hatine rakirin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezaretê ku ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê INA ve hatiye ragihandin, hatiye destnîşankirin ku ew herêmên ku berê ji bo armancên leşkerî dihatin bikaranîn êdî ji bo vê armancê nayên bikaranîn û ji bo çûnûhatina hewayî ya sivîl hatine guncandin.

Her wiha hat ragihandin ku hin herêmên li rojavayê welêt, yên ku ji bo çûnûhatina hewayî hatibûn girtin, radestî dezgehên peywendîdar hatine kirin û ji bo çalakiyên hewavaniya sivîl tên amadekirin.

Di vê navberê de, Ofîsa Fermandarê Giştî yê Iraqê ragihand ku dê piştgirî ji bo Pargîdaniya Giştî ya Balafirgeh û Navîgasyona Hewayî were dayîn da ku biryarê bi cih bîne.

Rêveberiya Bexdayê girtina herêmên qedexeya firînê wekî gaveke girîng a ber bi xurtkirina pozîsyona Iraqê di veguhestina hewayî ya herêmî û navneteweyî de dibîne. Tê payîn ku ev biryar bibe alîkar ji bo bikaranîna bibandortir a fezaya hewayî ya welêt û ji bo zêdekirina kapasîteya navîgasyona hewayî ya Iraqê.