Tirkiyê qedexeya firînên balafirxaneya Silêmaniyê dirêj kir!

08 hezîran 2024 18:19
Tirkiyê qedexeya firînên balafirxaneya Silêmaniyê dirêj kir!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyeyê 6 mehên din qedexeya firînên Silêmaniyê dirêj kir.

Berpirsê Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ragihandiye, Tirkiyê qedexeya geştên esmanî yên Silêmaniyê heta 7ê Kanûna 2024ê dirêj kiriye.

Qedexeya balafirên Tirkiyê li ser balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê ji 3ê Nîsana 2023an ve destpê kir. Qedexe gelek caran hat dirêjkirin.

Herî dawî Tirkiyeyê qedexeya seferan heta 22ê Hezîrana 2024an dirêj kir.

Tirkiye sedema rawestandina geştên asmanî ew e ku çalakiyên PKKê li Silêmaniyê kom bûne û "rêxistinê bi awayekî ku ewlekariya balafiran dixe nava firîngehan" diyar dike.