WSJ: Koska Sipî hefta bê firotina F-16 an ji bo Tirkiyê wê bisîne Kongreyê
PeyamaKurd – Rojnama Amerîkayê Wall Street Journal ragihand ku wê rêvebiriya Amerîkayê hefteya pêşiya me ji bo balafirên F-16an bifroşin Tirkiyê, wê ji Kongreya Amerîkayê erêkirinê bixwazin. Rêvebir dibêjin ku erêkirina kongrê li ser Tirkiyê dimîne ku endamtiya Fînlandiyayê û Îsweçê ya ji bo NATO yê qebûl bike.
Çavkaniyên hukumeta Amerîkayê yên ku ji bo Wall Street Journal (WSJ) ê axifîne, gotine wê rêvebiriya Biden ji bo Tirkiyê 20 milyar dolar balafirên F-16an û ji bo Yûnanistanê balafirên F-35an ji kongrê daxwaz bike da bifroşin Tirkiyê û Yûnanistanê.
Xwestina erêkirina ji kongrê, tê wexta ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu serdana Amerîkayê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin