Li Girê Sipî teqîn çêbû: 3 leskerên Tirkiyê can dan
08 rêbendan 2022 23:05
PeyamaKurd – Li Binxetê li Girê Sipî di wexta ku alavekî leşkerî ya leşkerên Tirkiyê derbas dibû teqînekî çêbû û 3 leşkerên Tirkiyê yên di alavê de can dan. Li gor medya Tirkiyê; li qereqolekî deverê di wexta ku alav derbas dibû teqîn çêbû.
Ji bilî mirina 3 leşkeran, leşkerekî jî di bin enqazê de ma û birîndar bû. Ji bo leşkere birîndar derxin xebat dewam dike.
Hat ragihandin ku şiddeta teqînê zêdeye dîwarê ser sînor yê ku 2 metre firehiya wî ye, 3 metre betona bilind û li serê ji têlê asteng heye, roxiyaye. Tirkiye gelek leşkeran şandiye deverê û parêzgerê Rihayê Abdullah Erin çûye ciyê bûyerê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Girê Spî teqîneke bihêz çêbû
26 rbn 2021
Jiyan
Li Girên Golanê li pey hev teqîn çêbûn, Îsraîl û Hîzbullah daxwyanî dan
27 trm 2024
Jiyan
Li Sûriyê teqînek çêbû: 2 leskerên Amerîkayê hatin kustin!
30 adr 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin