Li Koska Sipî civîna bo Tirkiyê destpêkir
PeyamaKurd- Piştî Tirkiye ji Rûsyayê sîstema parastina hewayî S-400an kirî, bo li ser dorpêçên bo ser Tirkiyê yên CAATSA yê biaxifin, serokê Amerîka Trump û senatorên Amerîkî dest bi civîna xwe kirin. Civîna di derbarê Tirkiyê de li Koşka Sipî tê kirin.
Çapemeniyê nagirin nava civînê û biryarên ku bên sitendin, bi qanûna CAATSA yê tê destekkirin. CAATSA tê vateya ku ew kesên bi dijminên Amerîka re hevkariyê dikin, dorpêçên ku deynin ser wan e. Eger ji civînê biryara ‘nedayîna krediyan ji aliyê rêxistinên aborî yên nav dewletî’ derê, dibe ku bo aboriya Tirkiyê xerab be û bibe derbeyekî.
Trump dikare bêje; bi sedema ku di dewra Obama de Patriot nehatine firotin bo Tirkiyê û mafê Tirkiyê di kirîna S-400an de heye, dibe ku biryara ‘hinek rêxistin û kesên ji Tirkiyê, qedexe deynin ser wan da nikaribin xeyrîmenqûlan li Amerîkayê bikirin’.
Îhtîmala sêyem ew e ku Trump dikare biryarên ku ji civînê derên, bicîanîna wan heya 6 mehan bide paş da nermahî bikeve têkiliyên navbera her dû dewletan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin