WSJ: Amerîka dê qonax bi qonax êrîşî Îranê bike

20 sibat 2026 13:47

Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku DYA dê di destpêkê de êrîşên xwe yên muhtemel li ser Îranê bi pîvaneke sînordartir bide destpêkirin û dê hêdî hêdî tundiya êrîşan zêde bike heta ku rêveberiya Tehranê li ser bernameya xwe ya navokî li hev bike.

WSJ: Amerîka dê qonax bi qonax êrîşî Îranê bike

RûpelNews - Li gorî rapora WSJ, rêveberiya Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) nirxandina bijardeyên êrîşê didomîne da ku Tehranê neçar bike ku li ser bernameya xwe ya atomî li hev bike.

Çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîn gotin ku heger destûr bê dayîn, êrîşa yekem dikare di nav çend rojan de were kirin û dê çend baregehên leşkerî an jî tesîsên hikûmetê bike armanc.

Çavkaniyan gotin ku heger Tehran piştî vê êrîşa yekem li gorî daxwazên Washingtonê tevnegere, dê qada operasyonê gav bi gav were berfirehkirin.

Berpirsên amerîkî gotin ku nîqaşên dawî zêdetir li ser planên êrîşên mezin sekinîne, lê biryareke dawî hêj nehatiye dayîn.

Serokê DYAyê Donald Trump duhî got ku ew ê di nav 10 rojan de karibin bibînin ka pêvajoya bi Îranê re ber bi ku ve diçe û ragihand, "Divê em bi Îranê re peymaneke watedar çêbikin, an jî tiştên xirab dê biqewimin."