WHO: Pêwîste Çîn daneyên rojên destpêka pandemiyê pêskes bike

15 tîrmeh 2021 20:59
WHO: Pêwîste Çîn daneyên rojên destpêka pandemiyê pêskes bike

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got ku ji ber nebûna agahiyên rojên ewil ên belavbûna vîrusa koronayê xebatên li hemberî pandemiyê asteng bûne.

Serokê WHOyê herwiha got ku pêwîst e Çîn daneyên rojên ewil ên pandemiyê ji destê yekem pêşkeş bike.

Hêjayî gotinê ye, tîmeke pisporên pizîşkî bi pêşengtiya WHOyê çûbû Çînê û li Wuhanê 4 hefteyan mabû, lê derbarê jêdera vîrusê de agahiyên piştrastkirî bi dest nexistibûn.