Bakirhan: Pêşnûmaqanûn destpêka serdemeke nû ye

04 tebax 2026 15:59

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan derbarê pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê ya ku tê payîn li Parlamentoyê were pêşkêşkirin, got, "Ev pêşnûmaqanûn destpêka serdemeke nû ye ku dê şûna çekan siyaset û serweriya hiqûqê cîh bigire. Ev derfet careke din nayê."

Bakirhan: Pêşnûmaqanûn destpêka serdemeke nû ye

RûpelNews - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê  li ser pêşnûqanûna pêvajoya aştiyê axivî.

"Pêşnûmaqanûn destpêka serdemeke nû ye"

Bakirhan tekez kir ku pêşnûmaqanûn çarçoveyê ya ku wekî beşek ji pêvajoya aştiyê hatiye amadekirin, dê li şûna pevçûna çekdarî têkoşîna siyasî xurt bike û wiha axivî:

"Carinan, gava yekem e dibe sedema guhertina çarenûsa welatekî. Pêşnûmaqanûna çarçoveyê tam gaveke wiha ye. Pêşnûmaqanûna çarçoveyê ya ku dê pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, ne rêziknameyeke teknîkî ye. Ew destpêka serdemeke nû nîşan dide ku dê şûna çekan siyasetê, şûna pevçûnê serweriya hiqûqê bigire û hevkariya demokratîk berfireh bike. Werin em vê pêşnûmaqanûnê bikin destpêka rêwîtiyeke demokratîk."

Bakirhan ji Îrlandayê mînak nîşan da

Bakirhan ji axaftina xwe mînaka Îrlandayê anî ziman û diyar kir ku bi îmzeyekê tundûtûjî bi dawî bûye:

"Binêrin, ez dixwazim mînakekê ji serpêhatiya Îrlandayê bidim, ku li wir bi salan êşeke mezin hat kişandin. Di dawiya sedsala 20an de, piştî şerê ku bi dehsalan dom kiribû, li Îrlandayê kesî ji aştiyê bawer nedikir. Ji ber ku, di nav sê nifşan de, her malbatekê hezkiriyek xwe winda kiribû, û her kolanek bûbû şahidê bi hezaran trajediyan. Gotina 'ev nefret qet naqede' li seranserê giravê deng vedida. Nebûna çareseriyê wisa dihat nîşandan ku qey qedereke ebedî ye, qey yasayeke neguherbar e. Lêbelê ew çerx, ku digotin bêdawî û neguherbar e, ne di bin siya çekan de, lê li dora maseya danûstandinê hate çareserkirin. Sedsalek ji hesabpirsînê di şevekê de nehat jêbirin. Lê bi îmzeke tenê, zimanê tundûtûjiyê bêdeng bû."

"Ev derfet careke din nayê"

Bakirhan destnîşan kir ku bi yasaya çarçoveyê re serdemeke nû dest pê dike û wiha got:

"Biryardariya ku ji aliyê birêz Bahçeli ve di 22ê Cotmehê de hat nîşandan, vîzyona aştiyê û pabendbûna bi çareseriyê ya ku ji aliyê birêz Ocalan ve di 27ê Sibatê de hatibû xêzkirin, pabendbûna birêz Erdogan a bi çareseriyê, û piştgiriya opozîsyonê derfetê dide Tirkiyeyê ku ji çerxeke 100 salî xilas bibe. Ev derfet dê bi hêsanî careke din neyê. Divê em wê pûç nekin. Heta niha gavên dîrokî hatine avêtin. Niha dema wê ye ku ev gav di qanûnê de bên bicîhkirin."