WHO 3 welatên serkeftî di rûbirûbûna koronayê de eskere kirin
PeyamaKurd - Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî (WHO) di derbarê asayîkirina jiyana xelkê de 3 welatên cîhanê weke mînak da, ku ji ber Koronayê tevdîrên tund wergirtine û di rûbirûbûna vê vîrusê de serkeftî bûne.
Berdevkê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom ragihand ku welatên Almanya, Çîn û Koreya Başûr di rûbirûbûna Koronayê de serkevftî bûne û niha li wan hersê welatan pêngavên asayîkirina jiyana xelkê têne avêtin.
‘Divê ew asayîkirin û hêsankarî gav bi gav be’
Adhanom got, asayîkirina jiyana xelkê gelekî girîng e, lê divê ew asayîkirin û hêsankarî gav bi gav be û nabe ku ji nişkê ve tevahiya tedbîrên li hemberî Koronayê bêne sistkirin.
Berdevkê Rêxistina Tendirûstiya Cîhanî herwiha rexne li hinek welatên cîhanê jî girt û got, hinek welat dixwazin bi awayekî çavgirtî li hemberî koronayê bi ser bikevin.
Her sê welatên Çîn, Koreya Başûr li başûrê rojhilatê Asyayê û Almanya li Ewropayê, bi tevdîrên xwe yên guncaw û tund, karîne bvelavbûna vîrusa koronayê kontrol bikin.
Çîn ku navenda belavbûna vîrusa Covid-19 li bajarê Wuhanê yê wî welatî bû, piştî ku belavbûna vîrusê li vî bajarî kontrol kir, hêdî hêdî dest bi asayîkirina jiyanê kiriye.
Her wiha Koreya Başûr jî di kontrolkirina vê nexweşiyê de ji cîhanê re bûye mînak, bi awayekê ku meha borî hilbijartinên serokatiyê birêve bir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin