Balafirgeha Hewlêrê tedbîrên nû yên koronayê eskere kirin
31 adar 2022 23:40
PeyamaKurd - Rêveberiya Balafirxaneya Hewlêrê ragihand ku ji sibê 1ê Nîsanê pê de wê tedbîr û rênimayên nû ji bo rêwiyan bicih werînin.
Rêveberê giştî yê Balafirgeha Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re eşkere kir, ji 1 Nîsanê pê de ew ê tedbîr û rênimayên nû yên koronayê ji bo geştên rêwiyan bicih bînin.
Ehmed Hoşyar diyar kir, êdî ew kesên ku ji derve têne Herêma Kurdistanê divê herî kêm du doz derziya Koronayê li xwe dabin yan jî 72 demjimêran beriya seferê testa Koronayê kiribin û testa wan jî negatîf be.
Hoşyar herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê û yên ku têne Kurdistanê jî kir ku wan rênimayan bicih bînin da ku di sefera xwe de rastî pirsgirêkan neyên.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Balafirgeha Hewlêrê di tedbîrên koronayê de ti guhertin çênebûne
03 adr 2021
Cîhan
Li Hewlêrê biryarên nû bo rêgiriya koronayê hatin eskere kirin
04 tbx 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin