Trump 3 qonaxên rûbirûbûna koronayê eskere kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, planeke ji bo rûbirûbûn û proseya birêvebirina krîza vîrusa koronayê ya ji sê qonaxan pêk tê eşkere kir.
Li gorî planê eyaletên Amerîka yên ku hejmara wan ya pêketîyên vîrusa korona yên nû, du hefteyan li ser hev dadikevin, dê karibin dest bi plana aborî ya bi sê qonaxan bikin.Ji bo ku qonaxên didu û sêyemîn destpê bikin jî divê hejmara pêketîyan du hefteyan li ser hev dakeve.
Di qonaxa yekemîn de dibistan dê girtî bin, qedexeya serdana li malên kal û pîran dê bidomin û hin beşên din yên nexweşxaneyan dê vebin.
Di qonaxa duyemîn de serdanên din yên ji xeynî yên mecbûrî jî dê destpê bikin. Lê kompanî dê bala xwe zêdetir bidin ser xebata ji malê. Dibistan dê jinûve vebin. Dermankirinên din yên li nexweşxaneyan dê dest pê bikin.
Di qonaxa sêyemîn de jî dê jiyana rojane ya asayî dest pê bike lê divê herkes ser paqîjî û mesafeya civakî were hişyar kirin.
Li gorî amarên dawî li Amerîka zêdetirî 670,000 tûşbûyên Covid-19 çêbûne û 33,286 kes jî bi wê nexweşîyê mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin