Wezîrên karên derve yê Amerîka û Çînê di rêya telefonê de axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro di rêya telefonê de bi hev re li ser mijara şerê Îsraîlê û Fîlîstînê axifîn. Blinken, li ser seredana xwe ya Rojhilata Navîn û tewrê Amerîkayê yê di babeta şerê navbera Îsraîl-Hamasê de ragihandinê kir. Wezîrê Çînê Wang jî di axaftina xwe de got:
“Şerê Îsraîl-Fîlîstînê her diçe geş dibe. Gelek talûkeye ku ji bin kontrolê derê. Çîn li hemberê her bûyerên ku zerarê bide sîvîlan û li dijî îhlala hûqûqa navdewletiye. Em bawerin ku parastina ewlehiyê ne di zerardayîna sîvîlan de ye.”
Wang Yi, got ku çareserî ne di rêya leşkerî de ye û weha dewam kir:
“Eger bi şiddetê bersivê bidin, wê tenê di çarçoveyekî teng de bimîne û divê mirov ji mezinbûna felaketê xwe dûr bixe. Divê mirov li pey hûqûqa navdewletî here û divê korîdor vebin. Em destekê didin konseya NY ku rola xwe bileyîze û destekê bide çareseriya mijarê.”
Wezîrê Çînê ragihand ku divê du dewlet li wê derê ava bibin û Fîlîstîn bibe xwediyê dewleta serbixwe. Heya di navbera xelkê Îsraîlê û Fîlîstînê de lihevkirin nebe, di Rojhilata Navîn de aştî çênabe.
Wezîrê Amerîkayê Blinken jî got ku Amerîka destekê dide çareseriya du dewletî, ji bo tansiyonê daxînin û alîkariya mirovî bidin, rola Neteweyên Yekgirtî destek dikin û di mijarê de amade ne ku bi Çînê re dan û sitendinan û koordînasyonê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin