Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken seredana xwe ya Çînê pas xist
PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi sedema ku baloneka Çînê ya îstîxbaratê li ezmanê Amerîkayê ji bo komkirina îstîxbaratê digeriya, bû sedema nexweşiya navbera Amerîka û Çînê û li ser mijarê Blinken seredana xwe ya Çînê paş xist. Blinken wê di hefteya pêşiya me de seredana Çînê bikira û bi wezîrê karên derve yê Çînê Qin Gang û bi serokê dewleta Çînê Xi Jinping re li Pekînê hevdîtin bikira. Wezareta karên derve ya Amerîkayê weha got:
“Piştî şêwra bi dezgeyên me yên hevpar re û şêwra bi kongrê re, şertên seredana wezîr Blinken yên ji bo Çînê ne di cîh de ne.”
Wezareta karên derve ya Çînê ragihand ku balona li hewa ya di seha Amerîka de digere, alavekî sîvîl ya Çînê ye, ji bo lêkolîna metorolojîk tê bikaranîn, ji ber ba ya ku ber bi rojava de diçe,balonê ber bi rojava de biriye, nikaribûne balonê kontrol bikin û derketiye derveyê guzergâha xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin