Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken li Îsraîlê bi kabîna ser û Netenyahu re civiya

10 rêbendan 2024 01:29
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken li Îsraîlê bi kabîna ser û Netenyahu re civiya

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçova gera xwe ya Rojhilata Navîn de li Îsraîlê bi serokwezîr Benyamin Netenyahu û bi kabîna şer ya Îsraîlê re civiya. Di hevdîtinê de li ser parastina sîvîlan û avahiyên bingehîn rawestiyan da wan biparêzin.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser civînê daxwuyanî da û got ku Blinken car din desteka xwe ji bo Îsraîlê ragihandiye. Guhertina dîlan ya bi hev û alîkariya Xezzayê du mijarên wan yên din bûn.

Blinken, di civînê de ragihandiye ku divê çareseriya ji 2 dewletan bibe û aramiya mayînde ya aştiyê bê sazkirin.