Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken bi Hakan Fidan û Tayîp Erdogan re hevdîtinan kir.

06 rêbendan 2024 21:58
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken bi Hakan Fidan û Tayîp Erdogan re hevdîtinan kir.

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Koşka Wehdeddîn ya Îstenbolê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken qebûl kir. Blinken di çarçova gera xwe ya Rojhilata Navîn de seredana Tirkiyê kir.

Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî bû û di hevdîtinê de Hakan Fidan, serokê MİTê İbrahim Kalın, balyozê Amerîkayê yê Ankara Jeffry Flake amade bûn.

Blinken li dora nîvrojê bi Hakan Fidan re hevdîtin kiribû û di mijarê de wezareta karên derve weha gotibû:

“Di hevdîtinê de krîza mirovî, şerê Xezzayê, pêvajoya endamtiya Îsveçê ya NATOyê, pêwendiyên dualî û mijarên din yên herêmî hebûn.”

Piştî seredana Tirkiyê Blinken dê seredana Yûnanistan, Urdun, Qatar, Îmaratan, Saûdî Arabistan, Îsrail, Şerîa Rojava û Misrê bike.