Wezîrê Yûnanistanê cara yekem tê Kurdistanê û konsolxaneya welatê xwe vedike
14 cotmeh 2020 17:56
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro 14ê Cotmehê yekem car serdana Herêma Kurdistanê dike û konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê jî veke.
Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêr bi berpirsên Herêma Kurdistanê re dicive.
Herwiha Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, beşdarî merasîma vekirina konsolxaneya welatê xwe ya Hewlêrê dibe.
Dendias beriya serdana Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû û civîneke rojnamevanî ya hevbeş hatibû lidarxistin ku wek hevpeymaneke NATOyê girîngiya pêgeha Yûnanistanê bo Iraq û herêmê hatibû bibîrxistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Tenduristiyê: Sibe yekem besa derzîya korona digihe Kurdistanê
28 sbt 2021
Jiyan
Wezîrê Derve yê Îranê cara yekem serdana Afganistanê kir
26 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin