Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Karê yekem ew e ku ava paqij ji bo welatiyên xwe dabîn bikin

25 tebax 2022 13:00
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Karê yekem ew e ku ava paqij ji bo welatiyên xwe dabîn bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê diyar kir, karê yekem ew e ku ava paqij ji bo welatiyên xwe dabîn bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser Twitterê destnîşan kir: “Rojane zêdetirî 3 milyon metre sêca av ji bo her beşdarekî rojane 500 lître av ji bo bajarên Kurdistanê tê dabînkirin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kiribû, ew kar dikin ji bo rêgirtin li rijandina avê û çareserkirina encamên nerênî yên guhertina avhewayê.