Wezîrê Turkmen: Bila Hewlêr û Bexda rêveberiyek hevbes bo devera Singalê ava bikin

17 cotmeh 2020 12:36
Wezîrê Turkmen: Bila Hewlêr û Bexda rêveberiyek hevbes bo devera Singalê ava bikin

 

PeyamaKurd – Li ser rêkeftina Şengalê Wezîrekî Turkmen yê Hikûmeta Kurdistanê daxwaz dike Hewlêr û Bexda rêveberiyek hevbeş bo devera Şingalê ava bikin.

Li gor Wezîrê Kikûmeta Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Meirûf ku Turkmen e, li ser rêkeftina Hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser rewşa Şengalê diyar kir, helbet ew rêkeftin gelekî pêwîst û girîng e. Ji ber ku dibe sedema normalbûna rewşa wê deverê.

Herwiha Aydin Meirûf da zanîn, divê Hewlêr û Bexda rêveberiyek hevbeş bo birêvebirina devera Şengalê pêk bînin û şêniyên resen yên wê deverê jî tevlî rêveberiyê bikin û bo vegera koçberan jî alîkar bin.

Bi gotina wî wezîrê Hikûmeta Kurdistanê, divê Hikûmeta Iraqê wezîfeya xwe li hember xelkê wê deverê bicîh bîne û jiyaneka aram û asûde bo wan dabîn bike.