‘Wê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê serdana Bexda û Hewlêrê bike’
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, serdana Iraq û Herêma Kurdistdanê bike û li ser mijarên leşkerî danûstandinan bike.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rawabetê ku navenda wê li Iraqê ye, îro ragihand ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dê roja Pêncşemê 13ê Tebaxa 2020an bi mebesta gotûbêjkirina çend mijarên ldijdu^s serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Navendê bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye ku Hulusî Akar dê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokweîzrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevaniyê Cuma Înad re hevdîtinan bike û piştre jî wê serdana Hewlêrê bike û bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive.
Li gorî raporta Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rawabetê, di hevdîtinan de dê çend mijarên ku Tirkiye û Iraq li ser nakok in û mijara PKKê û vekirina deriyekî alternatîf bo Deriyê Îbrahîm Xelîl li nav sînorên Mûsilê bêne gotûbêjkirin.
Herwiha navendê diyar kiriye ku ji sala 2019an ve rûpeleke nû di navbera Iarq û Tirkiyê de vebûye û piştî serdana Berhem Salih bo Tirkiyê û serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku di meha Nîsana îsal de ji bo Bexda, Besra û Hewlêrê pêk hat, pêwendiyên dualî baştir bûne.
Navendê daye xuyakirin ku dosyeyên pêwendiyên herdu aliyan baştir bikin jî wiha ne:
Dosyaya ewlehiyê: Herdu alî jî ligel wê yekê ne ku ji bilî hevkariya serbazî û ewlehiyê, pêwîstî bi rêkevtinên nû yên di pîşesaziya berevaniyê de heye.
Dosyaya Enerjiyê: Dubare çalakkirina xeta boruya petrola ya Kerkûk-Ceyhanê ku di sala 2014an de ji ber êrişên DAIŞê bi temamî hatibû ragirtin.
Dosyaya ewlehiya avê: Herdu alî jî ligel wê yekê ne ku aliyê Tirkiyê Faysal Aroglu taybet bi çaresekirina pirsa avê erkdar bike.
Dosyaya bazirganiyê: Aliyê Tirkiye dixwaze qebareya bazirganî ya di navbera herdu welatan de bigihêje 20 milyar dolar. Di vê çarçoveyê de daxwaza vekirina deriyeke din ê sînorî li Mûsilê dike ku bibe alternatîvê Deriyê Îbrahîm Xelîl.
Dosyaya avahîsazî û ji nû ve avakirinê: Tirkiye ji bo ji nû ve avakirina hinek bajarên Irqê soza 5 milyar dolar kredî dabû. Tirkite dixwaze cihê xebatên kompaniyên Tirkiyê yên di warê avahîsaziyê de bêne berfirehkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin