Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Bexdayê ji aliyê Fuad Hisên ve hate pêswazîkirin

26 rêbendan 2025 15:56
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Bexdayê ji aliyê Fuad Hisên ve hate pêswazîkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, îro Yekşemê 26ê Çile bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê. Fîdan li Bexdayê ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ve hate pêşwazîkirin û piştî wê hevdîtinê jî dê bi payebilindên din ên Iraqê re bicive.

Li gor zanyariyan wê Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên re hevdîtinan pêk bîne.

Medya Iraqê daye xuyakirin ku biryare di civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê û berpirsên payebilind ên Iraqê de, gotûbêjan li ser pêwendiyên di navbera Tirkiye û Iraqê, rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî bikin.

Dîsa tê çaverêkirin, li ser bicihkirina rêkeftinên dema serdana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan 22yê Nîsana 2024an jî biaxivin û herwiha ji bilî mijarê aborî-bazirganî pirsa ewlehiyê û PKK jî yek ji majara wan danûstandinan e.